George Washington
George Washington | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 22 sibat 1732 |
| Mirin | 14 kanûna pêşîn 1799 Mount Vernon |
| Sedema mirinê | Acute laryngitis |
| Cihê goristanê | Mount Vernon, Washington's Tomb |
| Hevwelatî | Brîtanyaya Mezin (United States Declaration of Independence, –1776), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (1776–) |
| Pîşe |
|
| Meqam |
|
| Partiya Siyasî | |
| Hevjîn | |
| Dê û bav | |
| Xizm | |
| Malbat | Washington family |
| Xelat | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
George Washington (jdb. 22ê sibata 1732an li Gutshof Wakefield a parêzgeha Westmoreland a Virginia; m. 14ê kanûna pêşîn a 1799an li Mount Vernon a Virginia) siyasetmedar, leşker û yekemin serokdewletê DYAyê ye.
Ew wekî damezrênerê DYAyê tê naskirin û amerîkan jê re "Bavê Welêt" dibêjin.[1] Di şerê azadiya DYAyê yê di salên 1775 heya 1783î de wekî fermandarekî cihgirtiye. Berevanî yan alîgiriya ti partiyekê nedikir. Ji malbatekê naskirî yê bingeh-Îngîlîz bû. Ji nexşegerî, matematîk û bi tevayî zanîstiyê hezdikir.
Di damezrandina sazûmaniya nûjen a DYAyê, destûra bingehîn û îdealîzma wê de xwedî roleke girîng e. Di dema xwe ya serokdewletiyê de polîtîkayeke bêalîtiyê meşandiye. Di jiyana xwe de bi dûristî û merdiyê dihate nasîn. Ji bo bîranîna wî navê paytextê DYAyê kirin Washington, D.C.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Bedirxan, Kamiran Alî (1986). Roja Nû, 1943-1946. Uppsala: Jîna Nû. r. 19:4.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |