Here naverokê

zivistan

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /zɘˈvɘstˁɑːn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: zi·vis·tan
[biguhêre]
Zivistanê li gelek deveran berf dibare.

zivistan m

  1. (demsal) Demsala ku dikeve pey payizê û berî biharê.
    • 2018, Mamo KADER, Bêhnekê Bide Miriyan, Na Yayınları, →ISBN, rûpel 124:
      Lê mixabin, di şevekê ji şevên zivistanê de, bûyereke gellekî bed bi ser min de hat û hîşt ku kela xewnên min bi temamî hilweşe.
    • 1947, Ereb Şemo, Şivanê Kurd:
      Di vê zivistanê de, cara pêşîn, agirê me hebû, û dadê gelek bi kêfxweşî tenûr germ dikir.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina zivistan
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zivistan zivistan
Îzafe zivistana zivistanên
Çemandî zivistanê zivistanan
Nîşandera çem. wê zivistanê wan zivistanan
Bangkirin zivistanê zivistanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zivistanek zivistanin
Îzafe zivistaneke zivistanine
Çemandî zivistanekê zivistaninan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji proto-hindûewropî *ǵʰéyōm / *ǵʰim- (zivistan) + di zimanên îranî yên niha û navîn de bi paşgira -stan. Hevreha soranî زستان (zistan), kelhûrî/lekî/hewramî zimsan, zazakî zimistan, belûçî زمستان‎ (zimistan), farisî زمستان‎ (niha "zimistûn", berê "zimistan"), tacikî зимистон (zimiston), farisiya navîn zemistan, peştûyî ژمی‎ (žmī‎) (jimey), osetî зумӕг / зымӕг (zumeg/zimeg), avestayî 𐬰𐬆𐬨𐬋‎ (zimō), latviyayî zìema, lîtwanî žiemà, rusî/ukraynî зима́ (zimá), çekî/polonî zima, bulgarî зи́ма (zíma), ermenî ձմեռ (jmeṙ) (jmeṙ), hîtîtî 𒄀𒈠𒀭 (gi-ma-an /giman/), yûnaniya kevn χειμών (kheimṓn) (xeîmṓn), χεῖμα (xeîma), sanskrîtî हिम (hima) (himá), hindî हिम (him: berf), latînî hiems û hībernum (> fransî hiver, îtalî/portugalî inverno, spanî invierno)...

    Paşgira -stan (ku adeten maneya "welat, war, cih" dide) li vê derê bi wateya "rewş" yan "dem" e. Bo herdu wateyên "welat" û "rewş" di eynî peyvê de, bidin ber "state" (1. rewş 2. dewlet) ya îngilîzî.

    Di farisî de "tabistan" (havîn) jî ji "tab" (tav) + "-stan" hatiye çêkirin û maneya "dema/rewşa germ" dide, wek çawa ku "zivistan" jî yekser wateya "dema/rewşa sar" dide.

    Hêjayî gotinê ye ku forma farisî زمستان‎ (niha "zimistûn", berê "zimistan") li gor dengnasiya farisî divê *dimistan/dimistûn anku bi D bûya (bidin ber: zanîn, zava). Lê forma farisî ya eslî winda bûye û forma wê ya niha berî 2000-3000 salan ji mediya kevn yan mediya navîn hatiye wergirtin.

    Çavkanî
    • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 147
    • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 28
    • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary‎[1] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København), rûpel 140
    • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

    Bide ber

    [biguhêre]
    Demên salê
    bihar havîn payiz zivistan

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya winter a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.