Here naverokê

Hilweşîna radyoaktîvîtê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îşareta sê-pelî ya ku ji bo hişyarkirina li ser hebûna madeyên radyoaktîf an tîrêjên îyonî tê bikaranîn.

Hilweşîna radyoaktîvîtê (ku wekî hilweşîna nukleerî, radyoaktîvîtî, an jî hilweşîna nukleerî jî tê zanin), ew pêvajo ye ku tê de navoka atomê ya bêîstîqrar bi rêya radyasyona enerjiyê winda dike. Madeyek ku navokên bêîstîqrar dihewîne, wekî radyoaktîvîtî tê hesibandin. Sê cureyên herî berbelav ên hilweşînê hene: hilweşîna alfa, beta û gama. Hêza lawaz ew mekanîzm ye ku berpirsiyarê hilweşîna beta ye, lê her du cureyên din ji hêla hêzên elektromanyetîzmê û nukleer ve têne kontrolkirin.

Hilweşîna radyoaktîvîtê li asta atomên takekesî, pêvajoyeke rasthatî ye. Ligorî teoriya kuantûmê, ne pêkan e însan pêşbînî bike ka dê atomeke taybet çiwext hilweşe; ew yek ji bo temenê wê atomê jî derbasdar e.[1] Lêbelê, ji bo hejmareke mezin a atomên hevmaneyî, rêjeya giştî ya hilweşînê dikare wekî "sabîteya hilweşînê" an jî "nîv-temen" were diyarkirin. Nîv-temenên atomên radyoaktîv xwediyê rêjeyeke pir berfireh in: ji pêvajoyên hema bêje kêlîkî bigire heya wextên ku ji temenê gerdûnê jî pir dirêjtir in.

Navoka ku hildiweşe wekî radyoîzotopa sîntêtî (an jî radyoîzotopa kokî) tê binavkirin û ew pêvajo herî kêm nuklîdekî keç çêdike. Ji bilî hilweşîna gama an jî veguherîna navxweyî ya ji rewşeke navokî ya bi enerjiya bilind (rewşa heyecanbûyî), ew hilweşîn veguherîneke nukleerî ye ku di encamê de nuklîdekî keç bi hejmareke ferq ya proton an notronan (an jî herduyan) çêdibe. Çaxa ku hejmara protonan diguhere, atomeke elementeke kîmyayî ya ferq çêdibe.

Li ser rûyê erdê 28 elementên kîmyayî yên radyoaktîf ên xwezayî hene ku ji 35 radyoîzotopa sînêtî pêk tên (heft element xwediyê du radyoîzotopa sînêtî ên ferq ne) û tarîxa wan vedigere serdema beriya pêkhatina sîstema rojê. Ew 35 radyoîzotopên sînêtî wekî "radyonuklîdên seretayî" (primordial) tên naskirin. Meselên herî naskirî ûranyûm û toryûm in, lê radyoîzotopên xwezayî yên temen-dirêj, wekî potasyûm-40 jî, di nav vê komê de cih digirin. Her yek ji radyonuklîdên seretayî yên giran beşdarî yek ji çar zincîreyên hilweşînê diben.

Tarîxa vedîtinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pierre û Marie Curie di laboratuwarê wan li Parîsê, berî 1907an.

Henri Poincaré bi rêya eleqe û lêkolînên xwe yên li ser tîrêjên X ku tesîreke mezin li fizîknas Henri Becquerel kir, bingeha vedîtina radyoaktîvîteyê danî.[2] Radyoaktîvîte di sala 1896an de ji aliyê Becquerel û bi awayekî serbixwe, ji aliyê Marie Curie ve hate vedîtin; ew vedîtin di wexta esera bi materyalên fosforesans re pêk hat.[3][4] Ew materyal piştî ku rastî ronahiyê tên, di tariyê de dibiriqin; Becquerel guman kir ku ew biriqîna di lûleyên tîrêjên katodê de (ku ji ber tîrêjên X çêdibû) dibe ku bi fosforesansê ve girêdayî be. Wî plakayeke fotografî bi kaxezeke reş pêça û xwêyên curbecur ên fosforesans danî ser wê. Gî encam neyînî bûn heta ku wî xwêyên ûranyûmê bikaraniyê. Xwêyên uranyumê bûn sedem ku plaka reş bibe, tevî ku plaka bi kaxezeke reş hatibû pêçan.[5] Curie navê rayons de Becquerel (ango "Tîrêjên Becquerel") li wê radyasyonê kir û nîşan da ku ew tîrêj taybetmendiyeke atoman in.[5]

Her çiqas tîrêjên Xê bikaranîna enerjiya elektrîkê dihatin hilberandin jî, çavkaniya enerjiyê ya tîrêjê sirrek bû. Di sala 1899an de, fizîknasên alman Julius Elster û Hans Geitel ceribandinên giring pêk anîne da ku çavkaniya enerjiyê ya radyoaktîvîteyê bibînin, ji bilî derxistina enerjiyê ji hewayê bi pîvandinên di boşlihiyê de û derxistina enerjiyê ji fezayê bi pîvandinên 300 metre di bin madenê de li çiyayên Harzê. [5] Ger atom bi xwe çavkaniya enerjiyê bûn, ew tê wê maneyê ku atomên ku xuya dikin neguherbar divê wexta ku tîrêjan derdixin werin guhertin. Di sala 1900ê de Curie puzzle ya radyoaktîvîteyê wekî hilbijartinek di navbera du îhtîmalên wekhev ne gengaz de kurteber kir: an enerjî nayê parastin an jî elementên kîmyayî dikarin werin veguheztin.[5]

Rutherford yekê kes bû ku fêm kir ku gî elementên bi wî rengî li gorî heman formula matematîkî ya eksponensiyel (bi rêjeya hêzdarî) têk diçin. Rutherford û talabeyê wî Frederick Soddy yekê kes bûne ku fêm kirin gelek pêvajoyên têkçûnê dibin sebeba transmutasiyona elementeke bo yeke din. Piştre, yasaya cihguherîna radyoaktîf a Fajans û Soddy hate formulekirin da ku eserên hilweşînên alfa û betayê rave bike.[6]

Lêkolînerên destpêkê herwiha keşfkirin ku ji bilî ûranyûmê, gelek elementên kîmyayî yên din jî xwediyê îzotopên radyoaktîf in. Lêgerîneke sîstematîk a li ser radyoaktîvîteya giştî ya di kanên ûranyûmê de, herwiha rê li ber Pierre û Marie Curie vekir ku du elementên nû ji hev veqetînin: polonyûm û radyûm. Ji bilî radyoaktîvîteya radyûmê, dişibîna kîmyayî ya radyûmê bi baryûmê re, ferqkirina wan her du elementan ji hev zehmet dikir.

Marie û Pierre Curie herwiha kelîmeya "radyoaktîvîteyê"[7] danîn da ku derdana radyasyonên îyonî ji aliyê hin elementên giran ve pênase bikin (paşîne ev kelîme ji bo gî elementan hat berfirehkirin).[8] Lêkolînên wan ên li ser radyasyonên bi hêza derbasbûnê yên di ûranyûmê de û vedîtina radyûmê, serdemeke bikaranîna radyûmê ji bo dermankirina penceşêrê dan destpêkirin. Vedîtina wan a radyûmê dikare wekî yekê bikaranîna aştiyane ya enerjiya nukleerî û destpêka bijîşkiya nukleerî ya nûjen were dîtin.[7]

  1. ↑ Loveland, Walter D.; Morrissey, David J.; Seaborg, Glenn T. (18 çiriya paşîn 2005). Modern Nuclear Chemistry (bi îngilîzî). Wiley. r. 57. ISBN 978-0-471-11532-8.
  2. ↑ Radvanyi, Pierre; Villain, Jacques (1 çiriya paşîn 2017). "The discovery of radioactivity". Comptes Rendus. Physique (bi îngilîzî). 18 (9–10): 544–550. doi:10.1016/j.crhy.2017.10.008. ISSN 1878-1535.
  3. ↑ texte, Académie des sciences (France) Auteur du (1 kanûna paşîn 1896). "Comptes rendus hebdomadaires des séances de l'Académie des sciences / publiés... par MM. les secrétaires perpétuels". Gallica (bi fransizî). Roja gihiştinê 17 tebax 2026.
  4. ↑ "Antoine Henri Becquerel". web.lemoyne.edu. Roja gihiştinê 17 tebax 2026.
  5. 1 2 3 4 Pais, Abraham (1986). Inward Bound: Of Matter and Forces in the Physical World (bi îngilîzî). Clarendon Press. ISBN 978-0-19-851997-3.
  6. ↑ Soddy, Frederick (31 kanûna pêşîn 1968). The Radio-Elements and the Periodic Law. Harvard University Press. rr. 97–99.
  7. 1 2 L'Annunziata, Michael F. (23 tebax 2007). Radioactivity: Introduction and History (bi îngilîzî). Elsevier. r. 2. ISBN 978-0-08-054888-3.
  8. ↑ Petrucci, Ralph H.; Harwood, William S.; Herring, F. Geoffrey (2002). General Chemistry: Principles and Modern Applications (bi îngilîzî). Prentice Hall. r. 1025. ISBN 978-0-13-014329-7.