Here naverokê

Dengdêr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dengdêr (hin zimannas navê bideng, nedengdar, dengdar û denganî lê dikin), li gorî dengnasiya bilêvkirinê dengekî axavtinê ye ko bê girtina riya deng a jorîn dihêt bilêvkirin. Riya deng a jorîn derên jorî ya qirqirik anko hencereyê vedigirit. Bervajî dengdêran dengdar in.

Dengdêrên zimanê kurdî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengdêrên kurdî ev in: a, e, ê, i, î, o, u, û. Ji wan, a, ê, î, o, û dengdêrên dirêj in. Yên din jî, e, i, u dengdêrên kurt yan kin in.

Dengdêrên zimanê kurdî
Dengdêrên pêşderkî Dengdêrên navderkî Dengdêrên paşderkî
Girtî
(bilind)
î [ iː ] û [ uː ]
Nîvgirtî ← i [ i ]/[ ɯ ] → u [ ʊ ]
Navîn ê [ eː ] o [ oː ]
Nivvekirî ← e [ ɛ ], wekî yek
Vekirî
(nizim)
e [ a ] a [ ɑː ]
  • Azal, Azad (2009). Zimanê kurdî. Înstîtuta kurdî ya Amedê.